1. HEVALTÎ Û PERE; WEKÎ AV Û DEHNÊ zeytê ye.. |
|
20.01.2014 20:37 |
payîz
|
2. ji bo min lûtke sînemayê ye ... |
|
20.01.2014 20:47 |
newenda
|
3. min çend car vekir û zêdetirîn bîst xulek sebr kir û min dîsa girt*) pirr pesna vê filmê tê dayîn lê ez nema karîbûm temaşe bikirana yan ez bi rastî jî gûyekî fêm nakim ji fîlman an jî ev fîlm pênç qirûş nake |
|
21.01.2014 04:08 |
ferhenga şikestî
|
4. dema mirov ji nû de dixwazi temaşe bike, sebr naki, bes duvde mirov nîv seat sebr bike, her 3 partên wi dixwazi temaşe bike.. |
|
21.01.2014 17:01 |
payîz
|
5. bi tirkî jê re dibêjin allah baba* |
|
21.01.2014 18:07 |
nazim tolhildan
|
6. yek ji fîlmên herî xweş yên min temaşe kiriye. |
|
21.01.2014 21:02 |
simurg56
|
7. bimisogerî ne fîlmê herî baş ê heya aniha hatiye kişandin, e. Temam fÎlmek pir xweş e lê ewqas jî fîşal nekin. marlon brando û al pacino xwe gihandine nÎrvanaya lîstikvaniyÊ. ji ber Mijara wê li ser mafyayê ye çiqas mêr dixwaze bixwe bibe heyranê vê fîlmÊ. yanÊ hÛn jÎ dibînin ku ev fîlm nabe wek heft samuray, başo, pîso, nexweşiko, demekê li rojava, kaneê welatî, 2001: destanek fezayê... |
|
09.03.2014 12:07 |
mergehez
|
8. Tarîxê sînemayî de filma mafîya ya tewr baş ya heme wextan a ku serra 1972 de virazîyaya û babeta ci romanêko bi eynî nameyê yê mario puzo'yî ra gerîyayo. |
|
09.03.2014 13:26 |
prode_pasha_chinyo
|
9. bapirême |
|
09.03.2014 15:00 |
picassoyê kurdî
|
10. di nav fÎlmên mafyayê de yek scarface û yek jî the godfather e.. |
|
09.03.2014 23:09 |
endazer
|
11. û eger nemirin rojekî min dil heye rûnim û her sê fîlmên vê rêzeyê wergerînim kurdî û kurmacî.. û paşê rûnim bi jêrenivîsa kurdî û kurmancî darî vê fîlmê bikim.. |
|
10.03.2014 00:00 |
endazer
|
12. "i will make him an offer he can't refuse" |
|
10.03.2014 00:02 |
gulgenim
|
13. Zımane Kurdi de:Bav |
|
10.03.2014 00:32 |
mozo
|
14. filmê ku dema meriv lê temaşe dike, yê qedrê malbatan xwe behtir digre; pê têdihihêje ku bi sûreta yekbûna malbatan ve her tişt tê kirin e. bi gotine din, ne tenê filmê mafya, şer û pevçûne ye, herwiha haleten ruhî yên girîng jî dihewîne. |
|
28.04.2014 19:16 |
ervah.azad
|
15. hişyarî: spoiler dihewîne |
|
29.04.2014 18:44 |
mergehez
|
16. fîlmeke ku ji pirtûka xwe zêdetir navdar bûye ye. bi rastî jixwe fîlm ji pirtûkê xweştire jî. bi gelemperî, fîlmên bi pirtûkan tên çêkirin weke pirtûkan xweş nabin. ez ji xwe, bi temaşekirina gelek fîlmên ku min pirtûkên wan xwandine poşman bûme. lê ev fîlm ne ji wan fîlman e. ev fîlm awarte ye. |
|
09.01.2015 21:06 |
nazim tolhildan
|
17. yan hûn li ber bayê populîzmê ketine lewma zêde pesna wê didin an jî bi rastî ez ji fîlman fêm nakim.. |
|
08.11.2015 23:33 |
ferhenga şikestî
|
18. Fîlmê go dikim nakim ji çariyekekê bêhtir nikarim temaşe bikim. Jê aciz dinim, xewa min tê. Piştî ecqas wesf û pesnên hatin dayîn , ez bawer dikim go rast e, fîlmekî zehf baş e, û jixwe mirov fêhm dike lîstikvan pir jêhatî ne, lê dîse civa min lê nayê. Îda min jî fêhm kir go ji sînemayê fêhm nakim * |
|
26.12.2017 16:24 |
gumgumok
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |
|
amedspor [1] |
|
têkiliyên ensest [3] |
|
qijika reş [1] |